Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hejmara Pêketîyên Korona ji 180 Mîlyonî Borî


Hejmara pêketîyên vîrusa korona ji 180 mîlyonan borî. Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê li seranserê cîhanê 180,007,746 kes bi vîrusa korona ketine.

Vîrusa korona herî zêde li Amerîka hatiye tespît kirin ku li wî welatî hejmara pêketîyan bi qasî 34 mîlyon e. Li dû Amerîka bi pirtir ji 30 mîlyon pêketîyan Hîndistan, li dû wê jî bi 18,2 mîlyon pêketîyan Brezîlya tê.

Jiber vîrusa korona li temamê cîhanê 3,900,535 kesan canên xwe ji dest dane. Amerîka bi 603,178 mirinên ji vîrusa korona li cîhanê di rêza pêş de ye û li dû wê bi 393,310 mirinan Hîndistan heye.

Ew vîrus di dawîya sala 2019’an re cara pêşî li Wuhan ya Hubei ya Çînê hatibû dîtin û dûre derbazî dewletên din jî bûbû. Agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li Çîne 103,651 kes bi vîrusa korona ketine û 4,846 kes bi wê mirine.

XS
SM
MD
LG