Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hejmara Pêketîyên Korona Nêzî 190 Mîlyonî Dibe


Hejmara pêketîyên vîrusa korona nêzî 190 mîlyonî dibe. Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê li seranserê cîhanê 187,708,346 kes bi vîrusa korona ketine.

Vîrusa korona herî zêde li Amerîka hatiye dîtin ku li wî welatî hejmara pêketîyan nêzî 34 mîlyon e. Li dû Amerîka, bi nêzî 31 mîlyon pêketîyan Hîndistan, li dû wê jî bi pirtir ji 19 mîlyon pêketîyan Brezîlya tê.

Jiber vîrusa korona li seranserê cîhanê 4,047,538 kesan canên xwe ji dest dane. Amerîka bi 607,742 mirinên ji vîrusa korona li cîhanê di rêza pêş de ye û li dû wê bi 535,838 mirinan Brezîlya heye.

Ew vîrus di dawîya sala 2019’an re cara pêşî li Wuhan ya Hubei ya Çînê hatibû dîtin û dûre derbazî dewletên din jî bûbû. Agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li Çînê 104,102 kes bi vîrusa korona ketine û 4,848 kes bi wê mirine.

XS
SM
MD
LG