Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hejmara Pêketîyên Vîrusa Korona ji 190 Mîlyonî Borî


Hejmara pêketîyên vîrusa korona ji 190 mîlyonî borî. Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê li seranserê cîhanê 190,767,261 kes bi vîrusa korona ketine.

Vîrusa korona herî zêde li Amerîka hatiye dîtin ku li wî welatî hejmara pêketîyan nêzî 35 mîlyonan e. Li dû Amerîka bi pirtir ji 31 mîlyon pêketîyan Hîndistan, li dû wê jî bi nêzî 20 mîlyon pêketîyan Brezîlya tê.

Jiber vîrusa korona li temamê cîhanê pirtir ji 4 mîlyon kesan canên xwe ji dest dane. Amerîka bi 609,185 mirinan li cîhanê di rêza pêş de ye û li dû wê bi 542,214 mirinan Brezîlya heye.

Ew vîrus di dawîya sala 2019’an re cara pêşî li Wuhan ya Hubei ya Çînê hatibû dîtin. Agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li Çînê 104,290 kes bi vîrusa korona ketine û 4,848 kes bi wê mirine.

XS
SM
MD
LG