Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hejmara Pêketîyên Korona Nêzî 205 Mîlyonan Dibe


Hejmara pêketîyên vîrusa korona nêzî 205 mîlyonan dibe.

Agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li seranserê cîhanê 204,068,563 kes bi vîrusa korona ketine.

Vîrusa korona herî zêde li Amerîka hatiye tespît kirin ku li wî welatî hejmara pêketîyan pirtir ji 36 mîlyon e.

Li dû Amerîka bi pirtir ji 32 mîlyon pêketîyan Hîndistan, li dû wê jî bi pirtir ji 20 mîlyon pêketîyan Brezîlya tê.

Jiber vîrusa korona li seranserê cîhanê 4,315,066 kesan canên xwe ji dest dane.

Amerîka bi 618,137 mirinên ji vîrusa korona li cîhanê di rêza pêş de ye û li dû wê bi 429,179 mirinan Hîndistan heye.

Ew vîrus di dawîya sala 2019’an re cara pêşî li Wuhan ya Hubei ya Çînê hatibû dîtin û dûre derbazî dewletên din jî bûbû.

Agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li Çînê 106,162 kes bi vîrusa korona ketine û 4,848 kes bi wê mirine.

XS
SM
MD
LG