Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hejmara Pêketîyên Vîrusa Korona Nêzî 215 Mîlyonan Dibe


Hejmara pêketîyên vîrusa korona nêzî 215 mîlyonan dibe. Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê li seranserê cîhanê 213,237,126 kes bi vîrusa korona ketine.

Vîrusa korona herî zêde li Amerîka hatiye tespît kirin ku li wî welatî hejmara pêketîyan pirtir ji 38 mîlyon e.

Li dû Amerîka bi pirtir ji 32 mîlyon pêketîyan Hîndistan, li dû wê jî bi pirtir ji 20 mîlyon pêketîyan Brezîlya tê.

Jiber vîrusa korona li temamê cîhanê 4,452,903 kes canên xwe ji dest dane.

Amerîka bi 630,816 mirinên ji vîrusa korona li cîhanê di rêza pêş de ye û li dû wê bi 575,742 mirinan Brezîlya heye.

Ew vîrus di dawîya sala 2019’an re cara pêşî li Wuhan ya Hubei ya Çînê hatibû dîtin û dûre derbazî dewletên din jî bûbû.

Agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li Çînê 106,839 kes bi vîrusa korona ketine û 4,848 kes bi wê mirine.

XS
SM
MD
LG