Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hejmara Pêketîyên Vîrusa Korona Nêzî 220 Mîlyonan Dibe


Hejmara pêketîyên vîrusa korona nêzî 220 mîlyonan dibe. Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê li seranserê cîhanê 217,724,906 kes bi vîrusa korona ketine.

Vîrusa korona herî zêde li Amerîka hatiye tespît kirin ku li wî welatî hejmara pêketîyan nêzî 40 mîlyon e.

Li dû Amerîka bi pirtir ji 32 mîlyon pêketîyan Hîndistan, li dû wê jî bi nêzî 21 mîlyon pêketîyan Brezîlya tê.

Jiber vîrusa korona li seranserê cîhanê 4,519,387 kesan canên xwe ji dest dane.

Amerîka bi 640,108 mirinan li cîhanê di rêza pêş de ye û li dû wê bi 580,413 mirnan Brezîlya heye.

Ew vîrus di dawîya sala 2019’an re cara pêşî li Wuhan ya Hubei ya Çînê hatibû dîtin û dûre derbazî dewletên din jî bûbû.

Agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li Çînê heta 107,073 kes bi vîrusa korona ketine û 4,848 kes bi wê mirine.

XS
SM
MD
LG