Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hejmara Pêketîyên Nû yên Korona Careke Din Rekorê Dişikîne


Rêxistina Saxlemî ya Cîhanê (WHO) hejmara pêketîyên nû yên vîrusa korona roja Înê rekor şikandiye.

WHO dide zanîn ku di 24 saetên dawî de li seranserê cîhanê 292,527 kes bi vîrusa korona ketine.

Pêketinên nû herî zêde li Amerîka, Brezîlya, Hîndistan û Afrîqa Başûr hatin tespît kirin.

Li gor agahîyên WHO, di meha Tîrmehê de rojane 5200 kes jiber vîrusa korona jîyanên xwe ji dest didan ku ew hejmar di Hezîranê de 4600 bû.

Wê rêxistinê di ser rewişa pandemîyê re dîyar kir ku dibe ku bandorên vîrusa korona bi deh salan bidomin.

Agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li seranserê cîhanê pirtir ji 17,4 mîlyon kes bi vîrusa korona ketine û 675,545 kes bi wê mirine.

XS
SM
MD
LG