Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Stêrkê Futbolê yê Brezîlî Pele Koça Dawî Kir


Stêrkê futbolê yê cîhanê, lîstikvanê navdar yê Brezîlî, Edson Arantes do Nascimento ku wek Pele dihat zanîn, îro Pêncşemê koça dawî kir.

Pelê, ku meha borî jiber hin nexweşîyan ji nexweşxanê re hatibû rakirin, îro mir û nûnerê wî Joe Fraga ew nûçe ji AP re piştrast kir.

Malbata Pele do Çarşemê hatibû nexweşxaneya Albert Einstein ya li bajarê Sao Paulo ku di kelîyên dawî yên jîyana wî de li kelêka wî bisekinin.

Pele, ku 82 salî bû, yek jî futbollîstên herî hêja yên dîrokê dihat zanîn û sembolî jêhatî yê “lîstoka bedew” dihat nasîn û sîtîla wî ya nermik û cindî, liv û tevgeren wî yên çeleng di bîra futbolhezan de cîhekî cindî girtibû.

Pele, ku wek pîrê futbola Brezîlî bû, bi tîma xwe ya netewî re sê caran Kupaya Cîhanî qezenc kiribûn.

Stêrkê Fubolê yê Cîhanê Pele Îro Koça Dawî Kir
please wait

No media source currently available

0:00 0:01:01 0:00

Jêder: AP, Reuters

XS
SM
MD
LG