Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Tirkîyê Darizandina Rojnamevanan Berdewam Dike


Li Tirkîyê jiber çêkirina nûçeyan darizandina rojnamevanan berdewam dike.

Rojnamevan Pelîn Unker, ji agahîyên di belgeyên bi navê Paradîse Papers digot di dema Serokwezîrîya Bînalî Yildirim û kurên wî li Malta şîrketa off-store avakirîne di rojnameya Cumhurîyetê de ragihand.

Jiber vê yekê bi sucê “bêbextî û heqaret” Unker hat darizandin û 1 sal 1 meh û 15 roj cezayê zîndanê û 8 hezar 860 TL hat ceza kirin.

Di rûniştina duyê de parêzerê kurê Yildirim, Muhammed Gok jiber mafên kesitî hatiye binpê kirin, xwest ku Unker were ceza kirin, lê parêzerê Unker Abbas Yalçin jî got ku wê tenê rojnamevanî kiriye.

Unker li ser darizandina xwe got ku ne darizandin, ne jî biryar ew şaş kir.

“Jiber ku biryarên mina vê biryarê li Tirkîyê têne dayîn, gelek rojnamevan jiber nûçeyên xwe têne darizandin û girtin. Ez tenê mînakek ji van im. Bi vê biryarê ez natirsim jiber ku ev darizandin nişan dide ku nûçe rast e.”

Unker herwiha dibêje ku li Tirkîyê gelek rojnamevan jiber nûçeyên xwe têne darizandin û ev jî rewşa Tirkîye dide ber çavan.

Necla Demîr
Necla Demîr

Ji alîyê din, hember rojnamevan Necla Demîr jî jiber nûçeyên li ser Efrînê doz hat vekirin.

Demîr bi îdîaya “propagandaya rêxistina terorê” tê tawanbar kirin û 13 sal cezayê zindanê ji wê re tê xistin.

***

MEB_01_16_2019_Pelin_Unker
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:08 0:00

XS
SM
MD
LG