Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Nancy Pelosi bo Biryara Trump ya Ser Bakurê Sûrîyê Bertek Nîşan Da


Seroka Civata Nûneran Nancy Pelosi dijî biryara Serok Donald Trump ya derbarê vekişîna ji bakurê Sûrîyê bertek nîşan da.

Pelosi dîyar kir ku bi vekişîna ji bakurê Sûrîyê re ewê bo ewlekarî û îstiqrara herêmê gef çêbin.

Wê da zanîn ku bi biryara Trump re ewê bawerîya hevalbendên Amerîka bi welêt kêm bibe û bang li Trump kir ku dev ji biryara xwe berde.

Trump gotibû ku ewê ji bakurê Sûrîyê vekişin û dabû zanîn ku Tirkîye dê dijî wir dest bi operasyonê bike.

Enqere, Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ya li bakurê Sûrîyê dijî xwe gef dihesibîne, lê karbidestên Amerîkî wê di têkoşîna dijî Dewleta Îslamî (DAIŞ) de wek aktoreke girîng dibînin.

XS
SM
MD
LG