Seroka Civata Nûneran li Kongresa Amerîkayê Nancy Pelosi roja Yekşemê êrîşa Azerbeycanê ya li ser Ermenistanê şermezar kir.
Ev şermezarkirin hatin çend rojan piştî pevçûnên ser sînorî yên di navbera Azerbeycan û Ermenistanê de ku bêtirî 200 kesan di encama wan de jiyana xwe ji dest dan.
Pelosi ligel şandeke Kongresa Amerîkî roja Şemîyê serdana Ermenistan kir û ligel karbidestên Ermen civîya.
Pelosi di preskonferansekê de li Yêrîvanê got ku "Em bi navê Kongresê wan êrîşan bi tundî şermezar dikin."
Karbidesta Amerîkî got ku ew êrîş "neqanûnî" bûn û Azerbeycan bi destpêkirina şerî tawanbar kir, ku "gefan li peymana aştîyê ya pir pêwîst dike."