Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pelosi: Amerîka Wê Taywanê bi Tenê Nehêle


Seroka Civata Nûneran Nancy Pelosi di gera Asya de bi Serokomara Taywanê Tsai Ing-wen re kom bû.

Pelosi dîyar kir ku ew dixwazin raber bikin ku Amerîka dê bi ti awayî Taywanê bi tenê nehêle.

Wê da zanîn ku peywendîyên Amerîka û Taywanê xwe spartine nirxên hevbeş û hevkarîyeke baş.

Xanim Pelosi dîyar kir ku hevkarîya Amerîka û Taywan ya niha ji ya hemî deman girîngtir e û got ku ew dixwazin ku vê peyamê nîşan bidin.

Serokomarê Taywanê Tsai Ing-wen jî got ku her çiqas dijî welatê wan gefa leşkerî zêde dibe jî ewê li hember Çînê bi şûnde gavan neavêjin.

Tsai bo piştgirîya Pelosi spasîya wê kir û da zanîn ku peywendîyên wê yên bi Taywanê re dirêj û kûr in.

Wû da zanîn ku ew dê bala xwe bidin ser serxwebûna neteweyî û berevanîya xwe bikin.

Pekîn û Moskow, Taywanê wek parçeyeke Çînê dibînin û dijî serxwebêna wan disekinin.

Çînê derbarê serdana Pelosi bi tundî hişyarî da û Wezîrê Derve yê Rûsya Sergei Lavrov jî da zanîn ku Pelosi bo hêrsa Çînê rake serdana Taywanê kiriye.

XS
SM
MD
LG