Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pelosi: Amerîka Nahêle ku Çîn Kiryarên li Dora Taywanê Wek Normal Nîşan Bide


Seroka Civata Nûneran Nancy Pelosi dîyar kir ku ewê nehêlin ku Çîn hîndarîyên leşkerî yên li dora Taywanê wek kiryarên normal nîşan bide.

Pelosi di preskonferansekê de, ku tevî 4 Demokratên bi wê re çûbûn Asyayê li dar xist, dîyar kir ku Çîn dixwaze bi kiryarên xwe normalekbûneke nû çêke.

Çînê bi serdana Pelosi re giranî dabû ser hindarîyên li dora Taywanê ku ew hîndarî hîn jî didomin.

Ajansa nûçeyan ya Reutersê dide zanîn ku ew hîndarîyên leşkerî yên Çînê yên li dora Taywanê hîndarîyên wê yên herî mezin in.

Xanim Pelosi da zanîn ku ew bo nîşandana dostanîya bi Taywanê re çûne wê derê û dîyar kir ku wan xwestiye li wir raber bikin ku Çîn nikare Taywanê bi temamî dorpêç bike.

Li ser pirsa toleyên dijî wê, Xanim Pelosi kenî û got ‘’Xema kê ye?’’ û da zanîn ku ew tole wisa lê rast hatine.

Çînê vê hefteyê bi pirtûkekê jî da zanîn ku Taywan axa wê ye, lê Taywan dîyar dike ku ew welatekî serbixwe ye û di kiryarên xwe de serbest e.

XS
SM
MD
LG