Demokrat bo gehştina lihevkirinê li ser proje yasayê xerciyên civakî û herwiha hefteya dahatî dê li ser dosya projeya binesaziya Amerîka ya bi pêşniyara serok Biden weke karê pêşîn dê deng liser bihê dan, ev yek ji aliyê seroka Kongresê Nancy Pelosi hatiye ragihandin.
Di hevpeyvîna li gel bernameya "Rewşa yekîtiyê" de ya kenala CNN Nancy Pelosi roja Yekşemê got ku "Ez bawer dikim heta astek bilind em gehiştinê". Ev gotina Pelosi hemdem bû ligel civîna serok Biden ligel lîderê piraniya di civata senatoran de Chuck Schumer civiya herwiha ligel sînator Joe Manchin li mala Biden ya li wîlayeta Delaware. Manchin yê ku dijberiya hin beşên projeya Biden dikir ya xerciyên civakî û binesaziyê.
Serok Biden roja Pêncşemê geşbîrniya xwe li hember çareseriyê diyar kirbû, di civîna giştî de ya ku bi rêka Kenalên TV hatî weşandin û got "Ez bwer dikim dê lihevhatinek di nava demokratan de çê bibe ku tenê çar, pênc dosye mane, lê ewê çareser bibin."
Demokrat bi piraniyeke kêm di her du civatên Kongres û ya Senatoran de serdestin, lê dabeşbûna navxweyî ya demokratan rêgire li hember wê yekê ku bernivîsên projeyên serok Biden herin serî, her çende projeya binesaziyê hatiye erê kirin, lê xerciyên bernameya civakî û ya klîmayê hêjî gotûbêj li ser hene.
Serok Biden tekezê li ser lihevhatinê dike li ser bernivîsan berî beşdarî civîna navnetewî ya li Glasgow bike ya derbarê Klîmayê li dawiya vê mehê, ku meha 10an Oktoberê ye.
Pelosi di hevdîtinê de dibêje "90% ya bernamê lihevhatin çêbûye û hatiye nivîsandin û tenê li ser biryarên dawî maye."
Xanim Pelosi dibêje, "Ewa tê kirin kêmtire ji wê ya ku destpêkê dihat çaverê kirin, lê dîsan jî mezintirîn tişte me kirî jibo daxwazên malbatên Amerîkî."
Li aliyek din wezîra Xezan Amerîkî Janet Yellen di bernamye CNN de wê jî got, ew bawer nake pirsgirkek bikeve di rêya bicih hatina bernameyan de û wê got "Bi şêweke giştî, divê karek asankar be bo komkirina hemî dahatan jibo vê dosyê."