Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pelosi Dibêje Ew bo Seroktîya Civata Nûneran Dikare Jinûve Bibe Berbijar


Seroka Civata Nûneran Nancy Pelosi dîyar kir ku ger Demokrat di hilbijartinên 3’yê Mijdarê de dîsa piranîya li civatê bi dest xin ewê jinûve bo seroktîyê bibe berbijar.

Nancy Pelosi ew agahîyê ser berbijarbûnê ji kanala CNN’ê ragihand.

Xanim Pelosi, li ser pirseke derbarê berbijarîyê got ku ger partîya wê piranîya li civatê biparêze ewê jinûve kandîd.

Pelosi ya 80 salî berê di navbera 2007 û 2011’an de seroktîya Civata Nûneran kiribû û di sala 2018’an de gava Demokratan piranîya civatê bi dest xistibû, careke din bo seroktîyê hatibû hilbijartin.

Li Civata Nûneran li hember 197 kursîyên Komarî, 232 kursîyên Demokrat hene û li Civata Senatoran jî li hember 47 kursîyên Demokrat 53 kursîyên Komarî hene.

XS
SM
MD
LG