Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Nancy Pelosi Îro Ser Prosesa Împîçkirinê Agahî Dide Bîragiştî


Seroka Civata Nûneran (House of the Representatives) ya Amerîka Nancy Pelosi wê îro Pêncşemê, derbarê rewşa prosesa împîçkirina Serok Donald Trump agahî bide nûçegîhanan.

Daxuyanîya Pelosi rojeke piştî darketina rûniştina yekê ya Komîteya Dadê ya Civata Nûneran pêk tê ku çar pisporên hiqûqê ser tawanên dijî Trump nîqaş kiribûn.

Sê ji wan mamosteyên zanîngehê yên pisporên hiqûqê dîyar kiribû ku divê Trump were împîçkirin jiber ku wî zor daye ser Ukrayna ku lêpirsînekê veke.

Profesora Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Harvardê Noah Feldman, ji Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Stanfordê Pamela Karlan, ji Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha North Carolina Michael Gerhardt hevbîr bûn ku jibo împîçkirinê bingeha destûrî heye.

Wan gotibû ku kiryarên Trump tên ser ‘’karanîna hêzê bi awayekî xirab, bertîl, dijberîya Kongresê û astengîya li ber dadwerîyê’’ ku ew jî sedemên împîçkirinê ne.

Rûniştina Komîteya Dadê yek jî pêngavên pêdivî ya temamkirina peyvajoya împîçkirinê ye û dû re li Civata Nûneran dengdan wê li ser împîçkirinê were kirin.

Wateya împîçkirinê ev e ku Serok Trump hêz û desthilata posta seroktîya Amerîka jibo ne jibo armancên rewa yên bo gel û dewleta Amerîkî, lê bona destxistina berjewendîyên şexsî bi kar anîye.

Demokrat, ku li Civata Nûneran xwedîyê piranî ne, pêdivî bi piranîya basît (1 deng ji nîv hemî dengên 435 endaman pirtir ku ev jî dike 218 deng) heye ku di 243 sal dîroka Amerîka de tenê bo cara çaran serokekî Amerîkî împîç bikin.

Ger Civata Nûneran biryara împîçkirina Trump bide, hîngê divê Civata Senatoran (Senate) ya bi piranîya Komarîyan, di bin çavdêrîya Dadgeha Qanûna Bingehîn (Supreme Court) dest bi peyvajoya darizandina serok bike.

Berevajîya Civata Nûneran, divê Civata Senatoran di dawîya vê prosesê de bi du ji sê hemî dengan (ji 100 dengên giştî 67 deng) biryar bide ku serok ji kar were dûrxistin yan ne.

Jiber ku Komarî 53 kursîyên Civata Senatoran konrol dikin, ne çaverê ye ku Serok Trump ji kar were dûrxistin.

XS
SM
MD
LG