Seroka Civata Nûneran ya Amerîka Nancy Pelosi ragihand ku rêberên her du partîyan biryar da ku Kongres îşev jinûve bicive û biryara Desteya Hilbijeran ya hilbijartina Joe Biden wek serokê nû erê bike.
“Êrîşa îro ya ser demokrasîya me cîhê şermê ye, lê ew nikare rê li ber me bigire ku em berpirsîyên xwe bi cîh bînin û hilbijartina Biden ya wek serok erê bikin.”
Seroka Civata Nûneran got ku piştî şêwira bi rêberên Kongresê, bi Pentagon û Wezareta Dadê û herwiha bi Cîgirê Serok, wan biryar da ku îşev di 8an de kom bin.
Pelosi got ku ew bi hêvî ye ku Kongres îşev karê xwe di demeke kurt de bi serketî dawî bike.