Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Schumer û Pelosi Bang li Pence Dikin ku Trump ji Kar Dûr Bixe


Seroka Civata Nûneran Nancy Pelosi bi preskonferansekê bang li karbidestên kabîneyê kir ku li gor xala 25’an ya Qanûna Bingehîn ya Amerîka tevbigerin û Serok Donald Trump ‘’di dema herî kin de’’ ji kar dûr bixin.

Pelosi ser Trump dîyar kir ku ew bo demokrasî û gelê wan ‘’pir metirsîdar’’ e.

‘’Serok Donald Trump do li hember Amerîka rê li ber serhildaneke çekdar vekir.’’ Pelosi got.

Wê da zanîn ku Kongres bo demokrasîya Amerîka cîhekî pîroz e û dîyar kir ku dijî wê cara pêşî êrîşeke wisa li dar ketiye.

Pelosi bang li endamên kabîneya Trump kir ku piştgirî bidin meşandina xala 25’an û bo Cîgirê Serok Mike Pence, Wezîrê Derve Mike Pompeo û Wezîrê Darayî Steven Mnuchin got ku ‘’Hûn piştgirîya wan çalakîyan dikin? Emê di 13 rojên pêş de bihêlin ku (Trump) zararê bide welatê me û êrîşî demokrasîya me bike?’’

Seroka Civata Nûneran dîyar kir ku ger xala 25’an nekeve merîyetê ew dikarin împiçkirinê jî binirxînin.

Serokê Demokratên li Civata Senatoran Chuck Schumer jî bi daxuyanîyeke nivîskî bang li Pence kiribû ku Trump li gor xala 25’an ji kar dûr bixe.

Schumer dabû zanîn ku ger Pence gaveke wisa neavêje Kongres dê dest bi peyvajoya împîçkirina Trump bike.

Xala 25’an ya Qanûna Bingehîn ya Amerîka rê dide kabîne û Kongresê ku gava serokê welêt nikaribe karê xwe bimeşîne, maytekirinê bikin.

XS
SM
MD
LG