Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pelosi Tevî Gefên Çînê Dest bi Serdana Taywanê Kir

Dîmeneke piştî ku Seroka Civata Nûneran ya Kongresa Amerîka Nancy Pelosi şandeya di gel wê giheştiye Taywanê, 2 Tebax,2022.
Dîmeneke piştî ku Seroka Civata Nûneran ya Kongresa Amerîka Nancy Pelosi şandeya di gel wê giheştiye Taywanê, 2 Tebax,2022.

Seroka Civata Nûneran ya Kongresa Amerîka Nancy Pelosi, îro Sêşemê, tevî hişyarîyên Çînê, bi balafireke leşkerî ya Amerîkî giheşt Taywanê.

Pelosi û şandeya wê li gor plana Hêza Esmanî ya Amerîkî daketin Firîngeha Songshan ya li navenda bajarê Taipei.

Ew ji alîyê wezîrê derve yê Taywanê Joseph Wu û Sandra Oudkirk nûnera herî bilind ya Amerîka ya li Taywanê, hatin pêşwazî kirin.

Pelosi piştî daketinê daxûyanîyeke da û anî ziman ku serdana şanda wan ya Kongresê, destnîşankirina soza Amerîka ya bo piştgirîkirina demokrasîya zindî ya Taywanê, armanc dike.

"Piştvanîya Amerîka ya bi 23 mîlyon gelê Taywanê re îro ji her demê girîngtir e, jiber ku cîhan di navbera otokrasî û demokrasîyê de bi bijardeyekê re rûbirû ye," Pelosi got.

Çîn ya ku serwerîya Taywanê îdia dike jiber serdana Nancy Pelosi dijî Amerîka gefa bersîveke leşkerî dîyar kiribû.

Jederekî ji Reutersê re ragihand ku firokeyên şer yên Çînê îro Sêşemê berîya giheştina Pelosi, li ser xeta ku Tengava Taywanê dabeş dike, firîn pêk anîn.

Heman jederî got ku firokeyên Çînê li ser xeta navîn gelek tevgerên taktîkî yên bi kurtî kirin û vegerîyan alîyê din yê tengavê, dema ku firokeyên Taywanî li nêz xûya dibûn,

Wî herwiha ragihand ku çend keştîyên şer yên Çînê jî, ji doh Duşemê ve li nêzî xeta dabeşkirina nefermî gerîyane û li wir mane.

Çar keştîyên şer yên Amerîkî, di nav wan de keştîya firokeyan ya USS Ronald Reagan, li avên rojhilatê Taywanê bi cîh bûne ku Hêza Deryayî yên Amerîka wek bicîhkirinên asayî bi nav kir.

Artêşa Çînî ji hefteya borî vir ve, li Derya Çînê ya Başûr, Derya Zer û Derya Boha rahênanên cihêreng pêk anî, tevî yên bi guleyên rastîn jî; wek nîşandayîna hêza leşkerî ya Çînê.

Wezîrê Derve yê Çînê Wang Yi îro got ku siyasetvanên Amerîkî yên ku di mijara Taywanê de "bi agir dilîzin", wê di encameke baş bi dest nexin.

Amerîka doh Duşemê dîyar kir ku ewê ji ‘şûr hêjandina’ Çînê netirse.

Li bendeye ku Pelosi sibe Çarşemê bi Serokê Taywanî Tsai Ing-wen, û qanûndaner, û karbidestên din yên payebilind re bicive.

Pelosi bo serdaneke çend welatan li Asya bû ku di nav de serdanên ragihandî yên Singapur, Malezya, Koreya Başûr û Japonya jî hene.

Serdana Pelosi ya Taywanê nehatibû ragihandin lê dihat pêşbînî kirin.

Çar jêdaran jî gotin ku Pelosi wê sibe piştî nîvro bi komeke aktivîstan re jî hevdîtinekî bike ku ev kom bi eşkereyî ser rewşa mafên mirovan ya li Çînê diaxifin.

Çîn serdanên karbidestên Amerîkî yên Taywanê bi rengekî neyînî dinirxîne, mîna nîşaneke teşwîqkar bo alîgirên serxwebûnê yên li girava demokratîk û xweser dibîne.

Pekîn Taywanê wek beşek ji axa xwe dibîne û ti carî dev ji karanîna hêzê bernedaye bo ku giravê bike bin kontrola xwe.

Taywan îdiayên serwerîya Çînê red dike û dibêje ku tenê gelê wê dikare biryara paşeroja giravê bide.

Di navbera Amerîka û Taywanê de ti têkîlîyên dîplomatîk yên fermî tuneye, lê li gor qanûnên Amerîka pabende ku ji giravê re rêyên berevanîya xwe peyda bike.

This item is part of
XS
SM
MD
LG