Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hejmara Penaberan li Almanya Zêde Dibe û Sêyeke Wan ji Sûriyê Ne


Arşîv: Xwepêşandan li dijî penaberan li bajarê Dresden yê Almanya
Arşîv: Xwepêşandan li dijî penaberan li bajarê Dresden yê Almanya

Hejmara penaxwazan sala borî li Almanyayê gihişt 351,915 kesan û li gor sala berî wê 51% zêde bûye.

Ofîsa Federal ya Koçberî û Penaberan li Almanya roja Duşemê hejmara penaberan û welatên herî zêde jê hatine ragihand.

Ofîs dide zanîn ku hejmara herî zêde ya penaxwazan ji Sûriyê hatine, nêzîkî 104,561 kesan serî li penaxwaziyê dane û daxwaza mafê penaberiyê kirine ku dibe (nêzîkî sêyek) hejmara penaberên 2023ê li Almanya. Piştî Sûriyê, Tirkiye tê ku nêzîkî 62,624 serlêdanên penaberiyê hene. Di rêza sêyem de jî Afganistan bi 53,582 serlêdanan cîh digire.

Koçberî ji bo hikûmeta Federal ya Almanya bûye pirsgirêkeke siyasî ya serekî û mijarek germ li welêt. Saziyên xwecihî yên girêdayî penaberan xebatên xwe didomînin da ku gelek kesên nû tên bicih bikin.

Serokwezîrê Almanya Olaf Scholz ji bo rawestandina pêlên penaberan rastî zexteke mezin ya opozisyon û hêzên din tê ku dibêjin "hejmarên pir mezin dê werin."

Di dawiya 2023'an de, Scholz û parêzgarên 16 wîlayetan li ser tedbîrên nû, rênûmayên tundtir û sînordarkirina hejmareke mezin ji koçberên ku tên welêt li hev kirin. Ew gihîştin rêkeftinekê ku jibo cîbicîkirina rêkeftinê tedbîrên lezgîn werin stendin.

Almanya ji destpêka şerê Rûsyayê li dijî Ukrayna zêdetirî milyonek welatîyên Ukraynayî qebûl kirine.

Jêder: AP

XS
SM
MD
LG