Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Hizra Zêdekirina Wergirtina Penaberan Dike


Li gor daxuyanîyekê Wezareta Derve ya Amerîka, Rêvebirîya Serok Joe Biden dixwaze hejmara penaberên ku Amerîka werdigire, di sala were de bike 125,000 kes.

Hêjayî gotinê ye ku ev yek ji wan sozên Biden bû di dema kempeyna hilbijartina bo seroktîya Amerîkayê.

Di daxuyanîyê de hate gotin ku Wezerata Derve wê ligel Wezareta Ewlekarîya Navxweyî û Kongresa Amerîkî vê mijarê gotûbej bikin ku sînorê hejmara sala 2020ê ya 62,500 penaberan rake. Ew sînor di dawîya Îlonê de diqede.

Plana zêdekirina hejmara pejirandina penaberan di demekê de pêk tê ku bi dehan penaberên Afganî li bargehên leşkerî yên Amerîkayê li benda derbazbûna Amerîkayê ne.

Piranîya wan li Afganistanê di nav rewşeke xeter de hatibûn hiştin dema ku hezên Amerîki ji Afganistanê vekişîn.

Serokê berê Donald Trump hejmara pejirandina kiribû 15,000 penaber ku ew hejmar herî kêm bû di dîroka programa penaberîya Amerîkayê de.

Biden soz dabû ku ewê wê hejmarê biguherîne û bihêle ku pirtir kes werin Amerîkayê.

XS
SM
MD
LG