Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pênaber li Enqerê Jîyana Xwe Çawa Diborînin?


Paytexta Tirkîyê Enqere êdî wek bajarekî pênaberan derdikeve pêş. Li gor hejmarên ne fermî dora 200 hezar pênaber li Enqerê dijîn ku piranî Sûrî, Afganî û Afrîqî ne.

Li Enqerê penaberên ji welatên cûrbicûr dijîn lê piranîya wan pênaberên ji Sûrîyê ye.

Tevî ku hejmara fermî ya panaberên li Enqerê ne dîyar e jî hin sazîyên ku li ser pênaberan dixebitin radigihînin ku pirtir ji sed hezar penaber Sûrî ne ku li taxên wek Altindax, Huseyîngazî, Ulugbey, Yenîdogan, Çînçîn û Mamak dijîn.

Li deşta Enqerê û Anatolîya Navîn penaberên Afganî piranî karê şivanîyê dikin, li nav bajarê Enqerê jî Sûrî pirtir karê avahîsazîyê û barhilgirîyê dikin.

Hevdem, rikeberîya navbera pênaberan û rûniştvanên Enqerê dem bi dem tundî çêdibin û carna jî pêvçûn derdikevin.

Li Tirkîyê hin partîyên sîyasî jî yekser li ser dîjberîya pênaberan sîyasetê dimeşînin û bi vê dijberîyê dengên xwe zêde dikin.

Ehmed Elî
Ehmed Elî

Pênaberên ku li nava Enqerê dijîn ji Dengê Amerîka re dibêjin ku gelek ji wan bi fikar û tirs in, lê yên ku ji gelê Enqerê dilxweş în jî hene:

Ehmed Elî (Sûrî): “Ez ji Sûrîyê hatim. Heke min pêdivî nedîta ez nedihatim vê derê. Her derê welatê me êdî bûye xirab e. Em li wê derê ne dikarin dabara xwe bikin û ne jî dikarin jîyana xwe bidomînin. Lê em hatin vê derê jî jibo me zehmetî xilas nebû. Pirsirgêka min ya buhabûnê gelek e. Jiber vê jî danûstandinê me tenê di nav yên Sûrî de zêde ye. Di alîyê din de jî hin weleatîyên Enqerê bi dijberî li me temaşe nekin jî lê bêtirê wan bi nêrîneke baş li me nanêrin.”

Abdullah Şevaf
Abdullah Şevaf

Abdullah Şevaf (Sûrî): “Ez di dibistana navendî de di pola dawî de dixwînim. Lê li mala me her kes dixebite jiber ku em nikarin debara xwe bikin. Em nikarin debara xwe bikin. Loma jî xwendin ji min re barekî pir giran e. Piştî vê derê ez naxwazim bixwînim.”

Mihemed Emîn (Iraqî): “Ez ji Mûsilê hatim Enqerê. Carna ji xwe dipirsim ez çima hatim vê derê?

Mihemed Emîn
Mihemed Emîn

Ez nana li kargeheke de dixebitim. Serê sibê di saet 6’an de radibim diçim kar û heta derengê şevê kar dikim.

Beranberî vî perê ku dikeve destê min di nîva mehê de xilas dibe. Rastî li Tirkîyê daber anîn jî gelek zehmet e. Ji ber ku karê min heye lê ji Xudê re dîsa jî şikûr.”

Zelhad Firayî (Afganî): “Ez ji Afganîstanê hatim. Sê sale zêdetir e ku li Enqerê me. Pirsgirêka me ya herî mezin ev e ku nasnameya me tuneye.

Zelhad Firayî
Zelhad Firayî

Carna em diçin kar dikin, hin ji wan dirava me jî nadin û gefan li ser me dikin. Lê kesên baş jî gelek in. Em niha ne dikarin herin welatên xwe, ne jî li vê derê rehet in. Pir hevalên me jiber van gefan ji Enqerê derdikevin û diçin derdorê Enqerê ku karê şivantîyê dikin.”

please wait

No media source currently available

0:00 0:03:55 0:00

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG