Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Penaberên Êzîdî yên ji Amedê Hatin Derkirin Behsa Kampa AFAD'ê Dikin


Bi sedan malbatên Êzîdî, ji hezarî zêdetir kes neçar man ji kampa Amedê derbasî kampa AFAD'ê ya li Mîdyadê bibin.

Ew kamp di bin konrola dewletê de ye. Dibe ku desthilatdar mafê man û Xwecihiyê (kartên îqamê) bidin Êzîdîyan, lê kesên li wir bi temamî dikevin bin kontrola dewletê.

Yek ji Ezîdîyên ku ji kampa Amedê çû kampa Mîdyadê Ilyas e. Ilyas û malbata xwe ev çar roj in hatine kamp AFAD'ê ya li Mîdyadê, lê dibêje rewşa wan pir giran e û çadir kêm in. Ilyas dibêje têrî wan çadir tunene heta niha xwarinek germ jî di gewriya wan de derbas nebûye.

Ew behsa reweşa li kampa Mîdyadê dike û dibêje nêzî 50 malbat hin bê çadirin.

Îlyas da zanîn ku penaberên Ereb yên Sûrî ku li kampa Mîdyadê ne, dişînin kampa Entabê û Ezîdîyan li şûna wan bi cîh dikin.

Wî xuya kir ku li her derê kampê polîs hene û ew ji tirsa polîsan zêde nikarin bipeyivin.

please wait

No media source currently available

0:00 0:05:43 0:00

Ev çend dîmenên Kampa Penberên Êzîdîyan e li Amedê piştî ku ji alîyê walîtîy Amedê ve fermana derkirina wan hatiye dayîn.

Vidyo ji alîyê Tehsîn, yek ji xwecihên Kampa Amedê ya Penaberên Êzîdî ve, di dema valakirina kampê de hatiye tomar kirin û ji Dengê Amerîka re hatiye şandin.

Dîmen ji Kampa Êzidiyan li Amedê
please wait

No media source currently available

0:00 0:01:16 0:00

XS
SM
MD
LG