Roja Sêşemê 05.01.2016 ajansa Reuters ji Stenbul da xweyakirin ku, zêrevanên peravên daryayî laşên 21 xelkê koçber mirî dîtine, di nava miriyan de 3 zarok hene.
21 laşên koçberan li du cihan hatine dîtin, piştî gemiya wan jêrav bûyî dema dixwestin ji aliyê Tirkiyê ber bi Girava Lesbos ya Yunanî de herin.
Yek ji berpirsên zêrevanên deryayî gotiye, niha 3 gemî û firokek Helîkopter li kesên din digerin, yên ku, tê gumankirin ji bûyerê rizgarbûne.
Nasnama penaberên mirî hêj nayê zanîn kanê ji çi welat yan netewê ne.
Li alek din, îro rêxistan navnetewî ya penaberan di raportek xwe de eşkere kiriye ku, di sala 2015an de 3.771 kesên penaber di derya naverast de jiyana xwe jidest da ye.
Wek tê zanîn sala derbasbûyî sala koçberîyê bû, bi sed hezaran penaber ber bi welatên ewrupa de koçkirin, rojane bi dehan kes liser riya penabertiyê jiyana xwe jidest didin.