Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hejmara Zêde ya Penaberên Sûrî li Tirkiyê Dibe Sedema Pirsgirêkên Civakî


Penaberên Sûrî li Tirkiyê
Penaberên Sûrî li Tirkiyê

Di roja cîhanî ya penaberan de Tirkiye weha dibîne ku ew welatê herî li pêşe li cîhanê jibo pêşwazî kirina penaberan bi taybet penaberên Sûrî.

Tê texmîn kirin ku, nêzîkî 3 Mîliyon penaberên Sûrî li Tirkiyê hene, ev hejmara zêde ya penaberan, bûye sedema pirsgirêkên civakî û bilind bûna asta neheziyê di navbera Tirk û Sûriyan de.

Dema hikûmeta Enqerê pêşwaziya penaberan berdewam dike, pirsgirêkên civakî û alozî di navbera xelkê Tirk û penaberên Sûrî de tên berdewamkirin, mînaka van aloziyan şeva din li bajarê Sakarya di kargehekê de ku, xwedî û karmendên hevpar yên Sûrî û Tirkin hene, pevçûn û şîdet di navbera Tirk û Sûriyan de pêkhat, xûrtekî Tirk weke şahidê bûyerê gote nûçegihanê dengê Amerîka "Sûriyan êrîş bir ser bas û otombîlên kargehê û şewitandin, ev nabe bi vî awayî bihê berdewam kirin", herweha dibêje "Ez û Tirkên din, em dibihîzîn ku, Sûrî dikevin di riya keçikan û wan tengav dikin", weke xûrtê Tirk dibêje ew û hejmarek din xwe kom kirin û çûn ser herêma ku penaberên Sûrî lê dimînin û her kesê Sûrî ket di riya wan de li wan hat xistin.

Piraniya penaberên Sûrî li bajarên mezin yên pêşkeftî li rojavayê Tirkiyê herweha li başûr dimînin, hejmara zêde ya penaberan li van bajaran pirsgirêk û aloziyan bi xwe re tînin.

Profîsorê zanîngeha Koc ya Stenbolê Ahmet Icduygu pisporê pirsên koçberiyê dibêje "Me li taxên cûda yên Stenbolê dîtin, herweha li başûrê welat ku gelek Sûrî lê hene, ka çend pevçûn di qewimin, ya rast Sûrî rastî pirsgirêkên cidî tên, berdewam şer di navbera Sûrî û xwecihên herêmê de hene, cûdahî heye, Tirk weha hizir dikin ku, penaberên Sûrî, karên wan jidest wan deranîne, berdewam êrîş lidij Sûriyan pêk tên".

Niha bi hezaran Sûrî ji ber rewşa wan ya xerab li Tirkyê cardin vedigerin welatê xwe, ev dibe yek ji sedemên kêmbûna pirsgirêkên penaberan li Tirkiyê weke pisporê karên koçberan dibêje.

XS
SM
MD
LG