Herî kêm 22 koçber, ku di nav de zarok jî hene, di encama binavbûna keştiyeke koçberan de li bakurê deryaya Egeyê roja Înê li beravên Tirkiyê mirin.
Li gorî fermandeyê hêzên zêrevanî ya beravên Tirkiyê, 2 kes piştî binavbûna keştiyê ji aliyê tîmên wan ve hatin rizgarkirin û 2 kesên din jî ku wan bi xwe "karibûn xwe rizgar bikin".
Berpirsî got jî, du helîkopter, û 18 keştiyên hêzên zêrevanên beravan û tîmên din yên rizgarkirinê beşdarî tevgera lêgerîn û rizgarkirinê bûne.
Îlhamî Aktaş, Fermandarê Ewlehiya Beravên Tirkiyê ji Ajansa Anadoluyê re berî niha ragihandibû ku 4 kesên ku rizgar bûne rakirin nexweşxaneyê.
Aktaş got, heta niha nayê zanîn ka çend kes di wê keştiya penaberan de bûn.
Girêdayî mirina penaber û koçberan di avên herêmî de yên ku dixwazin li jiyaneke baştir bigerin, ajansa Reutersê roja Pêncşemê ragihandbû ku 60 penaber li ser rêya Îtalyayê mirin yên ku ji Lîbyayê dihatin.
Çavkanî: Reuters