Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Berpirsên Tirkiyê: 300 Penaber li Nêzîk Sinorê Îranê Hatine Girtin


Penaberên Afganî li Herêma Wanê
Penaberên Afganî li Herêma Wanê

Berpirsên Tirkiyê roja Çarşemê dan xuyakirin ku hêzên wan yên ewlekariyê nêzî 300 penaber desteser kirine, ku pirraniya wan Afganî ne, roja Sêşemê ew li nêzîk sinorê Îranê hatine girtin.

Penaberên hatîne girtin, di kamyuneke mezin de hatine dîtin, di nav de jin û zarokên sava jî hene.

Di heftiyên dawiyê de tirsa gehiştina zêdetir ya pêlên penaberan ji Afganistanê di ser Îranê re bo Tirkiyê bûye cihê nerihetiyê, ev di wî çaxî daye ku tundûtûjî ya di navbera hikûmeta Afgansitanê û tevgera Talîbanê zêdetir dibe, piştî ku Amerîka û NATO dest bi vikişandina hêzên xwe ji wî welatî kirine.

Ajansa Penaberan ya Neteweyên Yekbûyî (UN) texmîn dike ku ji meha yek ya îsal heta niha 270,000 kes di nava welat de, li Afgansitanê koçber bûne, bi vê hejmarê diyar dibe ku 3.5 mîlyon kes li Afganistanê neçar mane mal û warên xwe bicih bihêlin û koçber bibin.

Di meha Hezîranê de berpirsên wezareta derve ya Tirkiyê, Îran û Afgansitanê civiya bûn, jibo hevkariya di warê ewlekarî, anerjî û koçberiyê de.

Lê çavkaniyên dîplomasî yên Tirkiyê dan xuya kirin ku mekanîzmek diyarkirî di navbera Tirkiyê û Îranê de nîne da ku pirsa koçberiya ji Afganistanê çareser bikin.

XS
SM
MD
LG