Hêzên ewlekarî yên Tirk îro li Sêşemê Derya Ege 330 Sûrî rizgar kirin ku hewil didan bi qaçaxî xwe bigehînin Yunanistanê.
Penaberên ku rizgar bûne dibêjin, wan bi 8 kelekên biçûk diçûn Yunanistanê û nav wan de zarok û jin jî hebûn û hin jin jî ducanî bûn.
Penaberekî bi navê Alî dibêje, ewê heta ku xwe bigehînin Yunanistanê rêwîtêyên wiha berdewam bikin.
Di demên dawî de hejmarên zêde yên penaberên Sûrî, tevî xeterîyên pir mezin, bi rê dikevin ku herin Ewrupa.
Neteweyên Yekbûyî dibêje îsal 124,000 penaber bi rêya behrê giheştin Yunanistana di bin rewşa giran ya aborî de ye.