Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îspanya Zêdetirî 140 Koçberan Rizgar Dike


Arşîv: Koçberên ji Afrîqa têne Îspanya
Arşîv: Koçberên ji Afrîqa têne Îspanya

Zêdetirî 140 koçber dema bi gemiyan bi rêkên pir metirsî xwe di gehandin giravên Kanarî yên ji Afrîqiya di ser oqyanosa Atlentîk re derbazî giravên Kanarî dibûn ji aliyê zêrevanên beravan yên Îspanya hatin rizgar kirin.

Xizmetgozariya rewşên awarte ya Îspanya da zanîn ku zêrevanên beravan pêşî 90 koçber hatine dîtin ku di du gemiyan de bûn, li girava 'Gran' ya Kanarya û ew rizagr kirine.

Herwiha li girava Fuerteventura, zêrevanan gemiyek din dîtiye ku 55 kes tê da bûn ew jî derxistine û rizgar kirine.

Hejmara koçberan li giravên Arxebîl (archipelago) yên li Oqyanosa Atlentîk îsal du carkî zêdetir bûne di dema 9 mehan de li hember heman demê di sala borî ya 2020ê de, ku bi rêka oqyanosê ya pirî metirsî derbaz dibin û gelek ji wan di rê da jiyana xwe jidest didin.

Saziya Rewşa Awarte ya Îspanya roja Çarşemê gotiye 90 koçberên ku di du gemiyan de hatine rizgar kirin 47 jê ji Sehra Başûrê Afrîqiyayê ne û 43 ê jî, ji bakurê Afrîqayê ne. Herwiha 55 koçberên din jî her hemî ji Sehra başûrê Afrîqayê ne.

Ji hejî gotinê ye ku gravên Gran û yê Fuerteventura ku giravên Arxebîl î Kanarî ne, dikevin rojhilatê oqyanosa Atlentîk ku xala herî nêzîk ji Mexrîb 100km (60mîl) in.

Wezareta Navxwe ya Îspanya gotiye îsal heta 30ê meha Îlonê, 13118 koçber gehiştine wan giravan ku tam du carkî hejmara koçberên sala par in, di heman demê de.

XS
SM
MD
LG