Wezîrê Derve yê Fransa Jean-Marc Ayrault got, wezîrên derve yên Amerîka, Fransa, Almanya, Brîtanya û Îtalya, berî hevdîtinên aşitî ku li Cenevreyê hatîye plan kirin, dê roja Yekşemê bo giftûgoyên derbarê qeyrana Sûrî bicivin.
Ayrault li Qahîrê da zanîn ku her pênç dîplomat dê rewşa agirbesta Sûrî binirxînin û heke her tişt wek hêvîkirî çêbe, dê opozîsyonê jibo zivirîna maseya danûstandinan teşvîk bikin.
Ayrault herwiha got, wezîrên derve yên Ewrupayê dê daxwazê ji Amerîkayê, ku digel Rûsya agirbest pêk anî bû, bikin ku ji nêzîk ve çavdêrîya kêrhatîbûna agirbesta Sûrî bikin.
“Wezîrên Ewrupî dixwazin garantî bikin ku êrîşên esmanî yên Rûsî li Sûrîyê sazîyên cîhadî yên grubên Devleta Îslamî (DAIŞ) û Enîya El Nusra armanç bigirin, ne ku opozîsyona nermrê.
Hêjayî gotinê ye ku rejîma Sûrî îlan kir ku evê beşdarî hevdîtinên Cenevrê be ku li ber e 14ê Adarê destpê bike.
Opozîsyonê got, tevî ku piştî agirbestê destpêkirî bêdengîyek di şer da hebe jî, ew hêj difikirên ka biçin Cenevrê yan ne.
Agirbesta di navbera rejîma Serok Beşar Esad û serhildarên necîhadî parçeyek ji hevildanên dîplomatîk e ku kêşeya berdewam ya Sûrî çareser bike ku zêdetir 270,000 kes kuştî û bi mîlyonan kes penaber kir.