Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pence Dibêje Divê Komarî li Pişt "Ecindeyeke Wêrek û Geşbîn" Bibin Yek


Cîgirê berê yê serokê Amerîkayê Mike Pence
Cîgirê berê yê serokê Amerîkayê Mike Pence

Cîgirê berê yê serokê Amerîkayê Mike Pence roja Înê got ku Partiya Komarî divê ji rexne û gazindan zêdetir bixebite da ku di hilbijartinên seroktiyê de serkeve.

Pence di axaftina xwe ya ji bo Komarîyên Cihû de li Las Vegasê banga Komarîyan kir ku li pişt "ecindeyek wêrek û geşbîn" bibin yek da ku di sala 2024an de serkevin.

Cîgirê berê yê serok di civîna serkirdayetiya salane ya Hevbendiya Cihû ya Komarî de axivî, cihê ku pêşniyar tên organizekirin ji bo destpêka nefermî ya demsala helmeta seretayî ya serotiyê ya 2024an.

Pence got, "Divê em berevaniya hevpar peyda bikin, li dijî êrîşa Rûsyayê bi hêz bisekinin. Divê em Taywanê bi çek bikin, muhasebekirina Çînê bidomînin û em neçar in ku xercên xwe yên berevaniya netewî zêde bikin."

Civîn tê çend rojan piştî ku Trump bû yekem berendamê ku bi fermî helmeta seroktiyê ya 2024an da destpêkirin.

Pence di sala 2016an de soza sereke ya helmeta Trump ji bo avakirina dîwarekî li ser sînorê Meksîkê dubare kir û îdîa kir dîwêr koçberiya neqanûnî ji sedî 90 kêm kiriye.

Wî got, "Pêwîst e em sînorê xwe ewle bikin û bi berdewamkirina avakirina dîwar û vegerandina siyaseta mayî ya Meksîkê, krîzê bi dawî bînin."

Çavkanî: AP

XS
SM
MD
LG