Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pence: Trump Malbata Min Xist di Metirsiyê de, Dîrok Dê Hesabê Jê Bixwaze


Cîgirê berê yê Serokê Amerîka
Cîgirê berê yê Serokê Amerîka

Li gor nûçeya Reutersê, Mike Pence cîgirê berê yê serokê Amerîkayê bûyerên 6ê Çileya 2021ê, dema ku alîgirên Trump bi ser avahiya Kongresê de girtin, wek "rojeke xemgîn" bi nav kir û got ku "dîrok dê serokê ji serokê berê bixwaze".

Pence ev daxuyanî êvariya Şemiyê li Washington D.C di dema bîranîneke salane de ji rojnamevanan re got: "Dîrok dê hesabê ji (serokê berê) bipirse" ji ber rola wî di êrîşa li ser Capitol-Aavahiyê Kongresê de, ev jî heta niha rexenya herî tund ya Pence e, ku arasteyî Turmp kirî.

Pence li Avahiyê Kongresê bû dema ku bi hezaran alîgirên Trump avêtin ser avahiyê ji bo ku nehêlin Kongres encamên hilbijartinên serokatiyê yên 2020an piştrast bike, ku Trump li hember Joe Biden di hilbijartinan de têçû bû.

Ji ber ku cîgirê serok di heman demê de posta serokê Senatoyê digire, Pence serokatî dikir li ser erka pejirandina dengên Koleja Hilbijartinê(Electoral College) ji bo hilbijartina serok û cîgirê serok.

Di dema êrîşê de Trump gelek twit weşandin, di yek ji wan de bang li Komarparêzan kir ku "şer bikin" û di ya din de jî behsa sextekariya dengderan kir. Trump herwiha rexne li Pence jî girtbûn ku encamên hilbijartinan piştrast kirin.

Pence şeva Şemiyê ji rojnamevanan re got "Serok Trump xelet bû".
Wî her wiha got, "Mafê min ti ne bû ku ez encaman biguherim. Gotinên wî yên bê berpirsiyarî wê rojê malbata min û hemû kesên li avahiyê Kongresê xistibûn bin metirsiyê û ez dizanim ku dîrok wê hesab ji Donald Trump bixwaz e."

Di dema êrîşê de, rayedarên silametî û rizgarkirina yasayê Pence birin cihekî ewle.
Pence niha difikire ku ji bo berbijariya Komarparêzan pêşbaziyê bike ku ew ji bo serokatiya sala bê bibe kandîd.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG