Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mike Pence Dide Zanîn ku Amerîka Piştgirîya Protestoyên li Îranê Dike


Cîgirê Serokê Amerîka Mike Pence dîyar kir ku ew piştgirîya protestoyên li seranserê Îranê dikin.

Pence ji Twitterê da zanîn ku ew bi gelê Îranê re ne.

‘’Îranî bo xwepêşandanan dadikevin qadan û Ayetullahên li Tehranê tundûtujî û zexta li ser wan didomîn. Peyama Amerîka zelal e: Gelê Amerîka bi gelê Îranê re ye’’ Pence nivîsî.

Inernational Amenesty (Lêxweşbûna Navneteweyî) dîyar kiribû ku di protestoyên li Îranê de 106 kes hatine kuştin.

Ji alîyê din ve, medya Amerîkî dide zanîn ku gemîya firokan ya Amerîka ya bi navê USS Abraham Lincoln bi fermana Qesira Sipî ber bi Kendava Basra ve bi rê ketiye.

XS
SM
MD
LG