Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pence: Amerîka Hazir E Alîkarîya Lêpirsîna Xaşikcî Bike


Cîgirê Serokê Amerîka Mike Pence îro Çarşemê got ku Amerîka hazir e di lêpirsîna rojnamevanê Saudî yê hindabûyî Cemal Xaşikcî alîkar be.

Pence got ku ger Erebistana Saudî daxwaz bike, ew dikarin pisporên FBI bişînin ku alîkarîya lêpirsînê bikin, lê wî zelal nekir ku daxwazeke wiha ji Tirkîyê hatiye yan ne.

Karbidestên Tirk ku vê gavê lêpirsîneke li ser hindabûna Xaşikcî didomînin, bawer dikin ku Xaşikcî hatiye kuştin, lê Erebistana Saudî ew îdia bi tundî red kir.

XS
SM
MD
LG