Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mike Pence Serdana Rojhilata Navîn Dike


Cîgirê Serokê Amerîka Mike Pence, di navbera 20-23’ê Çileyê de dê serdana Misir, Urdun û Îsraîlê bike.

Serdana Pence, piştî biryara Serok Donald Trump ya ser Orşelîmê, meha borî hatibû plan kirin, lê jiber dengdana qanûna reforma bacê hatibû taloq kirin.

Qesra Sipî ragihand ku Pence dê bi Serokomarê Misirê Abdulfettah El Sîsî, Qralê Urdunê Abdullah û Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu re bicive.

Pence, ku bi awayekî xurt piştgirîya biryara Orşelîmê ya Trump dike, dê serdana Dîwarê Rojava yê li Orşelîmê bike û li parlamentoya Îsraîlê jî axaftinekê bike.

Karbidestên Filîstînî bi awayekî tund biryara Trump, ku gotibû ewê êdî Orşelîmê wek paytaxta Îsraîlê nas bikin, rexne kiribû û civînên bi Pence re jî red dikin

XS
SM
MD
LG