Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mike Pence: Em Amadekarîya Toleyên Dijî Tirkîyê Dikin


Cîgirê Serokê Amerîka Mike Pence, ser mijara girtîbûna qeşeyê Amerîkî Andrew Brunson careke din dîyar kir ku ew bo toleyên dijî Tirkîyê amadekarîyan dikin.

Pence amedekarîya toleyên dijî Tirkîyê ji Twitterê ragihand.

‘’Wek min berê jî gotibû, veguhastina Andrew Brunsonê Qeşe bo hepsa malê têra xwe ne baş e, û Amerîka heta ku Brunson tê berdan, bo toleyan dijî Tirkîyê amadekarîyan dike’’ Pence nivîsî.

Pence, hefteya borî li Washingtonê di konferanseke ser azadîyên dînî dabû zanîn ku ger Tirkîye, qeşe Andrew bernede ewê bi toleyên giran re rû bi rû bimîne.

Piştî ew gotinên Pence, Serok Donald Trump jî dîyar kiribû ku ewê jiber Brunson dijî Tirkîyê toleyan ragihînin.

Jiber girjîya gur bûbû, wezîrên derve yên Amerîka û Tirkîyê bi rêka telefonê axifîbûn.

XS
SM
MD
LG