Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mike Pence: Tirkîye Bila Trump Test Neke


Cîgirê Serokê Amerîka Mike Pence ji Twitterê bang li Tirkîyê kir ku Qeşeyê Amerîkî Andrew Brunson berde û da zanîn ku heta ku Brunson vedigere mal ewê ji ya xwe ‘’neyên xwarê’’

Pence dîyar kir ku Brunson ‘’zilamekî bêguneh’’ e û li gor dadê divê ew were berdan.

‘’Tirkîye ger daxwaza Serok Trump ya bo berdana Amerîkîyên ku bi awayekî neheq li axên bîyan hatine girtin test neke, ewê rind bibe’’ Pence got.

Pence da zanîn ku ew û Trump heta ku Brunson tê berdan û vedigere malbat, heval û dêra xwe ya li Amerîka, ewê ji ya neyên xwarê.

Cîgirê Serokê Amerîka da zanîn ku hemî Amerîkî, bo Brunson û xanima wî Noreen, heta ku ew vedigere mala xwe dua bikin.

XS
SM
MD
LG