Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pence Naxwaze Trump bi Xala 25'an ji Kar Dûr Bixe


Cîgirê Serokê Amerîka Mike Pence bi nameyekê ji Seroka Civata Nûneran Nancy Pelosi re da zanîn ku ew naxwaze ku Serok Donald Trump bi xala 25’an ji kar dûr bixe.

Pence dîyar kir ku li gor wî dijî Trump meşandina xala 25’an ne rast e.

‘’Ez bawer nakim ku kiryareke wisa bo berjewendîya neteweye me ye û li gor qanûna me ya bingehîn e.’’ Pence di nameya xwe de got.

Civata Nûneran roja Sêşemê bo Trump bi xala 25’an ji kar were dûr xistin dengdan çêkir.

Di dengdanê de, ku piştî nameya Pence li dar ket, piranîya nûneran ser jikardûrxistina Trump deng dan.

Bo xala 25’an di merîyetê keve, erêkirina cîgirê serok bi tenê serê xwe ne bes e ku divê piranîya kabîneyê jî wê daxwazê bipejirîne.

Jiber bûyerên tundûtûjîyê yên li Kongresê heta niha sê wezîran karvekişîna xwe ragihandine, lê endamên din yên kabîneyê hîn ti bertek nîşan nedane.

Serok Trump, berî nameya Pence dîyar kiribû xala 25’an bo wî ti rîskan çênake.

Trump û Pence piştî bûyerên di 6’ê Çileyê de do Sêşemê cara pêşî li Qesira Sipî kom bûbûn.

XS
SM
MD
LG