Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pence Dê Roja Duşemê bo Venezuela Here Kolombîya


Cîgirê Serokê Amerîka Mike Pence dê roja Sêşemê bo piştgirîya Juan Guaido serdana Kolombîya bike.

Berdevka Pence Alyssaa Farah bi daxuyanîyeke nivîskî ragihand ku Pence dê di civîna Koma Lima de biaxife.

Koma Lima, bo çareserkirina kêşeya Venezuela di sala 2017’an de ji alîyê welatên Amerîka Latînî hatibû ava kirin.

Amerîka û bi qasî 50 welatên din dijî rejîma Nicolas Maduro piştgirîya Guaido dikin.

Li alîyê din, Çîn, Rûsya û Tirkîyê jî alîgirê Maduro ne.

XS
SM
MD
LG