Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pentagon: Em Nikarin Kuştina Bexdadî Piştrast Bikin


Berdevkê Pentagon’ê Jeff Davis
Berdevkê Pentagon’ê Jeff Davis

Pentagon’ê îro Înê derbarê îdiayên Moskowê, ku dibêje îhtîmal e rêberê DAIŞ’ê Ebubekir el-Bexdadî di êrîşeke esmanî ya hêzên Rûsî de hatiye kuştin, daxuyanîyek da.

Berdevkê Pentagon’ê Jeff Davis dîyar kir ku ti agahî di destê wan de tune, loma ew nikarin wan îdiayên kuştina Bexdadî piştrast bikin.

Wezareta Berevanî ya Rûsya li ser rûpela xwe ya Facebookê ragihandibû ku guman heye Bexdadî di êrîşeke wê de hatiye kuştin.

Wezaretê dîyar kiribû ku di wl êrîşa esmanî de, xencî Bexdadî, 30 rêvêbirên din yên yên payabilind û 300 çekdarên DAIŞ’ê jî hatine kuştin.

XS
SM
MD
LG