Berdevkê Wezareta Berevanî ya Amerîka Pat Ryder got ku ji 7ê Cotmehê ya êrîşa Hamasê ya ser Îsraîlê vir ve dijî bingehên leşkerî yên Amerîkî li Rojhilata Navîn 38 êrîş çêbûne.
Ryder got ku di piranîya wan êrîşan de roket û drone hatine xebitandin û ew
bawer dikin ku rêxistinên bi Îranê peywendîdar li dû wan êrîşan in.
Ryder da zanîn ku di êrîşan de herî hindik 45 leşkerên Amerîkî birîndar bûne û ji wan 24 kes girêdayî travmayên serî hatine derman kirin.
Berdevkê Pentagonê bi bîr xist ku li Rojhilata Navîn çar armancên serekî yên Washingtonê hene û ya pêşîn parastina hêzên Amerîka ye.
"Parastina hêz û hemwelatîyên Amerîkî li herêmê, dijî êrîşên Hamasê peydakirina piştgirîya girîng ya ewlehîyê ji Îsraîlê re, alîkarbûna azadkirina dîlên di destê Hamasê û danîna helwesteke xurt ya jibo nehêlana berfirehbûna krîza heyî ya li dervayê Gazayê.”