Pentagonê îro Duşemê got ku Rûsya her çiqas dibêje ewê ser bicîhkirina çekên xwe yên navokî hîndarîyan çêke jî, niha di bicîhkirina hêzên navokî de ti guherîn tuneye.
Rûsya îro Duşemê ragihand ku jiber gefên Fransa, Brîtanya û Amerîka ewê hîndarîyên leşkerî çêke ku di nav wan de bicîhkirina çekên navokî jî hene.
Medyaya Rûsî radigihîne ku Serokê Rûsya Vladimir Putin fermana hîndarîyên nû daye.
Wezareta Berevanî ya Rûsya dîyar kir ku hêzên muşekî, esmanî û deryayî wê beşdarîyê li hîndarîyan bikin.
Berdevikê Pentagonê Generalê Giştî Patrick Ryder dîyar kir ku hêzên stratejîk yên Rûsya neguherîne û got ku ewê şopandina wan bidomînin.
Li gor ragihandina Wezareta Berevanî ya Rûsya, armanca hîndarîyên nû nîşandana yekîtîya axên welêt û serwerîya wê ye.
Wezareta Derve ya Rûsya jî dîyar kir ku armanca hîndarîyan ‘’sakînkirina hişên hêrsdar’’ yên li Rojava ye ku Moskow wan bi gurkirina girjîya di navbera NATO û Rûsya de tawanbar dike.
Ryder şiroveyên Rûsya yên ser hîndarîyan rexne kirin.
Wî dîyar kir ku Rûsya wek ku berpirsîyên wê tunebin diaxife û got ku di vê rewşa ewlekarîyê de divê ew şirove neyên gotin.
Li cîhanê 12,100 serikên navokî hene û pirtir ji 10,600’ê wan di destê Rûsya û Amerîka de ne.
Piştî Amerîka û Rûsya bi hejmara serikên navokî Çîn, Fransa û Brîtanya tên.
Federasyona Zanyarğn Amerîkî dide zanîn ku di destê Rûsya de bi qasî 1560 serikên navokî yên ne stratejîk hene, lê ew agahî ne piştrastkirî ye.
Jêder: Reuters