Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pentagon Dibêje Rêberê DAIŞ’ê Hamza Humsî di Operasyonekê de Hat Kuştin


Wezareta Berevanî ya Amerîka ragihand ku leşkerên Amerîkî bi hevkarîya Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) dijî Dewleta Îslamî (DAIŞ) operasyoneke nû li dar xistiye.

Li gor ragihadina Wezareta Berevanî ya Amerîka operasyon li rojhilata bakurê Sûrîyê li dar ketiye û di encamê de rêberê payabilind yê DAIŞ’ê Hamza el Humsî hatiye kuştin.

Di daxuyanîyê de nehat eşkere kirin ku rola el Homsî çi ye. DAIŞ’ê herî dawî di meha Berfanbarê de piştî rêberê wê di operasyonekê de xwe kuştibû rêberekî nû bijartibû.

4 leşkerên Amerîkî û kûçikekê wezîfeyê birîndar bûne û ew li Îraqê li navendeke Amerîkî têne derman kirin.

Qesira Sipî ragihand ku leşkerên birîndar di rewşeke baş de ne.

XS
SM
MD
LG