Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pentagon Dibêje bo Şikandina DAIŞ'ê Hevkarîya bi HSD'ê re Didome


Berdevkê Pentagonê General Patrick Ryder got ku Koalîsyon rewşa li Dêrezorî ji nêzve dişopîne û bi domdarî bala xwe dide hevkarîya bi Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) ku têkbirina Dewleta Îslamî (DAIŞ) misoger bike.

“Koalîsyon bi pêgirî bi Hêzên Sûrîya Demokratîk re dixebite ku têkbirina DAIŞ’ê misoger bike û piştgirîya ewlehî, aramî û tenahîya herêmî bike û ew tekane fokusa me ye,” General Ryder got.

Wî dîyar kir ku dûrketina ji vê armancê dibe sedema bêramîyê û xeterîya vegera DAIŞ’ê xurt dike.

Ryder dubare kir ku hêzên Amerîkî wê li herêmê bimînin û bi hevkarên xwecîhî û herêmî bixebite ku di armanca şikandina DAIŞ’ê de serketî be.

XS
SM
MD
LG