Pentagonê îro Pêncşemê ragihand ku Amerîka sala 2023’an li Sûrîyê di êrîşeke dronî de bi şaşî sîvîlek kuştiye.
Li gor lêpirsîna navxweyî, Amerîka navenda El-Qaydê xelet tesbît kiriye.
Fermandarîya Navendî ya Amerîkî (CENTCOM) ragihand ku jiber agahîyên taybet ewê gelek hûrgilîyan ji bîragiştî re eşkere neke.
Êrîşa Amerîka her çiqas li gor hiqûqa pevçûnan û polîtîkayên Washingtonê ye jî lêpirsînê nîşan da ku hin xal dikarin baştir bibin.
CENTCOM’ê ragihand ku jiber êrîşa esmanî sîvîlan zarar dîtiye û dîyar kir ku ew jibo wan xembar e.
Wê fermandarîyê dîyar kir ku ewê ji vê bûyerê dersekê hilînin û hewil bidin ku zarara dijî sîvîlan kêmtir bikin.
Washington Postê dîyar kiribû ku agahîya Amerîka ya ser kuştina rêberekî payabilind yê El-Qaydê şaş e ku wê rojnameyê ser daxuyanîya dawî ya Pentagonê dîyar kir ku wê nûçeya wan piştrast kiriye.
Êrîş 3’yê Gulana 2023’an li dar ketibû û li şûna rêberê payabilind yê El-Qaydê bi şaşî sîvîlê ku nav Lutfî Hasan Masto hatibû kuştin.