Berdevikê Wezareta Berevanî ya Amerîka Pat Ryder ragihand ku helwesta wan ya dijî operasyona pêkan ya Tirkîyê ya li bakurê Sûrîyê zelal e.
Ryder di brîfînga Pentagonê de pirseke derbarê operasyona pêkan ya Tirkîyê bersîvand.
‘’Me helwesta xwe ya ser operasyona pêkan ya li bakurê Sûrîyê bi awayekî zelal ji bîragiştî re got. Me ew helwest gihand hevbendên xwe yê Tirk’’ Ryder got.
Wî dîyar kir ku Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD), ku li herêmê hevkara Amerîka ye, jinûve dest bi nobedarîyan kiriye û bala wan li ser têkoşîna dijî Dewleta Îslamî (DAIŞ) e.
Berpirsên Tirkîyê ew demek e dibêjin ku ewê li bakurê Sûrîyê dest bi operasyoneke berfireh bikin.
HSD, ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) pêşengîya wê dike, dîyar dike ku tevgerên Tirkîyê zararê didin têkoşîna dijî DAIŞ'ê.
Fermandarên HSD'ê di rojên borî de bang li Amerîka kiribûn ku Amerîka dijî tevgerên Tirkîyê bertekan nîşan bide.
Piştî vê bangê, Wezareta Derve ya Amerîka ser operasyona pêkan ya Tirkîyê dîyar kiribû ku Washington bi tundî djî vê operasyonê ye.