Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pentagon: Berpirsekî Diravî yê DAIŞ’ê li Sûrîyê Hate Kuştin


Pentagonê îro Înê ragihand ku yek ji piştevanên diravî yê DAIŞ’ê, di êrîşên esmanî yên koalîsyonê de, hefteya borî li Sûrîyê hate kuştin.

Pentagonê dîyar kir ku Fawaz Muhammad Jubayr el-Rawi emîrekî Sûrî bû û wî karê xwe yê darayî jibo fînansekirina kiryarên DAIŞ’ê yên terorîstî bi kar tîna.

Daxuyanîya Pentagonê dide zanîn ku Rawi herwiha ji mehaneyên şervanên bîyanî yên li Îraq û Sûrîyê ji berpirs bû û ew di 16’ê Hezîranê de, di êrîşeke esmanî ya koalîsyonê de li bajarê Ebu Kamal ya nêzî tixubê Îraqê hate kuştin.

El-Rawi û kompanya wî, Hanifa Currency Exchange ji alîyê Wezareta Xezîne ya Amerîkî ve di dawîya 2016’an de, jiber rastreast fînansekirina kiryarên DAIŞ’ê di nav lîsta reş ya piştevanên terorê de hatibûn tomar kirin.

XS
SM
MD
LG