Amerîka îro Çarşemê pakêteke nû ya alîkarîya bi bihayê 1.1 milyar dolarî-çek û pêdivîyên leşkerî- bo Ukrayna ragihand.
Wezareta Berevanîya Amerîka (Pentagon)ê biryar bi daxuyanîyekê dîyar kir û got ku di nava vê dora alîkarîyê de sîstemên mûşekî û Himars, sistemên dijî dron, radar û meşînên zirxî hene.
Pentagonê da zanîn ku di pakêta nû ya alîkarîyê de 18 sistemên mûşekên Himars hene, yên ku pir bi bandor in û Ukrayna ji Hezîranê ve bikar tînin da ku li depoyên çekan û bingehên Rûsî yên li pişt xetên pêş bixin.
Herwiha li gor Pentagonê 150 meşînên zirxî, 150 otombîlên taktîkî bo kişandina çekan, kamyon û romork, û sîstemên bo parastina Ukrayna li hember dronên Rûsî yên ku Îran li qada şer belav dike, jî tevî paketa nû ya alîkarîyê ne.
Pentagonê eşkere kir ku ev alîkarîya leşkerî "weberhênaneke pir-salî ye û bo avakirina hêza mayînde ya hêzên çekdar yên Ukrayna û herwiha pêşxistina şiyanên wan were kar anîn," ema ku ew şerê dijî artêşa Rûsya ya dagirker didomînin.
Bi pakêta nû ya îro, tevahîya alîkarîya leşkerî ya ji Amerîka bo Ukrayna giheşt 16.2 mîlyar dolarî, ji destpêka dagirkerîya Rûsya ya di 24’ê Sibatê de û vir ve.