Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pentagon: Artêşa Amerîkî bo Berevanîya Neteweya Me Amade Ye


Berdevka Wezareta Berevanîyê Dana White dîyar kir ku ew jiber axaftina Serokê Rûsya Vladimir Putin ya ser çekên navokî şaş nebûne û ew bo berevanîya neteweya Amerîkî amade ne.

Whita dîyar kir ku ti eleqeya pergala berevanîya muşekî ya Amerîka bi Rûsya re tune.

Qesra Sipî jî da zanîn ku hêzên Amerîkî di berevanîyê de bêrikeber in û ewê wisa jî bidome.

Berdevka Qesra Sipî Sarah Huckabbe Sanders da zanîn ku Putin tiştên ku Amerîka ji berê de zanibûn eşkere kirine.

Putin dîyar kiribû ku Rûsya hin çekên navokî yên nû diceribîne û di nav wan de hin muşekên ku dikarin hemî pergalên berevanîyê derbaz bikin, hene.

XS
SM
MD
LG