Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pentagon: Danîmarka Dê Leşkeran Bişîne Bakurê Sûrîyê


Wezareta Berevanî ya Amerîka (Pentagon) ragihand ku Danîmarka dê leşkeran bişîne bakurê Sûrîyê.

Berdevikê Pentagonê Jonathan Hoffman bi e-nameyekê ji rojnamevanan re dîyar kir ku ew bi biryara Danîmarka kêfxweş in.

Danîmarka yek ji avakerên koalîsyona navneteweyî ya dijî DAIŞ’ê ye.

Hoffman bi bîr xist ku ew bi Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) re dijî DAIŞ’ê têkoşînê dikin û da zanîn ku biryara Danîmarka nîşan dide ku ew naxwazin rêxistina tundrê jinûve gur bibe.

Li gor daxuyanîya Hoffman, leşkerên Danîmarka dê li rojhilatê bakurê Sûrîyê bi cîh bibin û dê bi leşkerên Amerîkî re bixebitin.

XS
SM
MD
LG